[l10n-kur] Daxuyanî
Amed Çeko Jiyan
amedcj at gmail.com
Fri Dec 8 08:39:21 GMT 2006
Wekî tê zanîn piştî kokteyla danasîna Ubuntuyê, derbarê Ubuntuya kurdî de
gelek nîqaş hatin kirin û Ubuntuya tirkî jî wekî aliyê din hat dîtin.
Ji ber vê yekê koma tirkî daxuyaniyekê weşandibû. lê daxuyaniya ku wan
weşandibû, bi gelek awayên xwe kêm û çewt bû. me xwest ku em û koma tirkî,
bi hev re daxuyaniyekê biweşînin. pêşî wan xwest ku em li ser daxuyaniya wan
a berê serastkirin çêkin û wê daxuyaniyê dîsa biweşînin. lê me ev nepejirand
û me got daxuyaniyeke nû çêtir e.
min daxuyaniyek -belkî jî danasîna Ubuntuyê- amade kir. dixwazim ku em li
ser nîqaşan bikin û dû re ji bo ku koma tirkî jî dîtinên xwe lê zêde bike,
ji wan re jî bişeynin. -daxuyanî hem bi tirkî hem jî bi kurdî hate
nivîsandin, heke kesên ku pêdiviya weşandina wê ya îngilîzî jî dibînin,
dikarin wergerînin îngilîziyê :D-
Digel silavên germ, Amed Çeko Jiyan
Welatiyên Birûmet!
Li dû kokteyla danasîna Ubuntuyê ku ji hêla Şaredariya Sûrê ya Amedê ve û
bi piştgirî û tevlîbûna Ubuntu-ku'yê (Koma Ubuntuya Kurdî) di 19/11/2006'an
de li Class Otela Amedê hatibû amadekirin, di gelek rojname, TV û malperên
nûçeyan de nûçeyên derbarê wê de derketin. Mixabin hin nûçe kirin ku coş û
eleqeya gel ku bi vê kokteyla ji bo danasîna Ubuntu û Nivîsbariya Azad
zêdetir nebe. Ubuntu ne Reşanek e ku tenê bi kurdî ye. Wekî ku di Felsefeya
Ubuntuyê *http://www.ubuntu.com/ubuntu/philosophy *de jîdibêje, hemû
bikarhênerên komputerê divê dikaribin nivîsbariyan li gorî zimanê ku wan
hilbijartiye bi kar bînin. Bi vê yekê, komên wergerê yên Ubuntuyê, Ubuntuyê
niha werdigerînin 167 zimanan ku zimanê kurdî jî di nava wan de ye. Nûçeyên
ku hatine kirin, tu carî dîtinên Ubuntu-ku'yê nadin nîşandan û di nûçeyan de
bi awayekê zelal xuya dibe ku kes/ên ku nûçeyê amade kirine haya wan ji
termên wekî GNU/Linux, Ubuntu, Reşan qet tune.
Di vê çarçowê de ji bo ku gel derbarê GNU/Linux û Ubuntuyê de agahdar bibe,
me pêdiviya weşandina gotara jêr ku ji *http://www.ku.wikipedia.org* 'ê
hatiye girtin dît.
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20061208/d64784c2/attachment.htm
More information about the Ubuntu-l10n-kur
mailing list