[ubuntu-ku] Linuxê Kurd! Sistema Azad ji bo Rojava! (Biborine Heval, epaymanê din girt)
Harvey Drant
linuxkurd at india.com
Tue May 26 08:44:12 UTC 2015
Amed, tê bersîvê min dît? Spas
At 19 May 2015 13:00:39 +0000 (UTC) from Harvey Drant <linuxkurd at india.com>:
>
>Silav Hevalno,
>Ez li Rojava bi rêveberi re kar dikim. Di beşên perwerde û aborî de hêviya mezin heye ku teknolojîke baş bê avakirin. Felsefeya Rojava jî le ser aboriya wehîd (otarşi) û hezên gel e. Giring e heza karînê ya gelên Rojava hebê ku ew van teknolojîyan fehm bikin û biguherînin ku ew karibin bikarbinin.
>Ji ber vê yekê, Linux ji bo Rojava pêwîst e. Û Linuxê Kurdî wisa ye ku zarok di dibistanan de dikarin li ser teknolojî bi zimanê xwe bên perwerde kirin. Di rewşa niha de ji bo ku zarok karibin ji teknolojiyê sûd bigrin neçarin ku ferî yan îngîlîzî, erebî ango tirkî bibin. Û heke beşekê civakê teknolojîyê xort bikarbine, wê ji bo beşên din yê şoreşa Rojava bibe alîkar.
>Niha ez hevalên ku dixwazin werin Rojava û sistema Linux belav bikin digerim. Em dikarin ji bo ku hikumet rastîya Copyright, Belgeya Keşfê (Patents / Bulgu Belgesi) û Xwedanmaliya Hizrîyê giştî (Intellectual Property / Düşünsel Mülkiyet) nas bike hewl bidin û zagonên pewist bidin derxistin û projêyên teknolojîyên me îdare bikin.
>--
>Ubuntu-kur mailing list
>Ubuntu-kur@[lists.ubuntu.com]
>[https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur]
>
>
More information about the Ubuntu-kur
mailing list