[ubuntu-ku] Linuxê Kurd! Sistema Azad ji bo Rojava! (Biborine Heval, epaymanê din girt)
Amed Çeko Jiyan
amedcj at gmail.com
Wed May 20 08:13:46 UTC 2015
Hevalê hêja Harvey,
Ez di serî de ji ber karên ku dikî te pîroz dikim.
Çîroka Linuksa kurdî hinekî dûvedirêj e. Ya baş ew e ku bêyî em behsa wê
çîrokê bikin, em behsa rê û rêbazên kurdîkirina Ubuntu / Linuksê bikin.
Ubuntu ku pergaleke Linuksê ya pir belavbûyî ye, li ser vê malperê tê
wergerandin: https://launchpad.net/~ubuntu-ku
Heke hûn dikaribin li Rojava hevalên ku kurdî baş dizanin organîze bikin ku
Ubuntuyê wererînin kurdî, wê gelekî baş be.
Me derbarê sazkirin û bikaranîna Ubuntuyê de gelek materyal amade kiribûn.
Ez dikarim wan materyalan berhev bikim û ji we re bişînim. Her wisa, ez
dikarim CD/DVDyên ji bo sazkirina Ubuntuyê jî ji we re bişînim.
Wekkî gava pêşî hûn dikarin wergêran li ser malpera wergerandina Ubuntuyê
tomar bikin.
Ji kerema xwe re her çi pirsên derbarê vê mijarê de hebin, i dilekî rehet
bipirsin.
SIlav û rêz,
Amed Çeko Jiyan
On Tue, May 19, 2015 at 4:00 PM Harvey Drant <linuxkurd at india.com> wrote:
> Silav Hevalno,
>
> Ez li Rojava bi rêveberi re kar dikim. Di beşên perwerde û aborî de hêviya
> mezin heye ku teknolojîke baş bê avakirin. Felsefeya Rojava jî le ser
> aboriya wehîd (otarşi) û hezên gel e. Giring e heza karînê ya gelên Rojava
> hebê ku ew van teknolojîyan fehm bikin û biguherînin ku ew karibin
> bikarbinin.
>
> Ji ber vê yekê, Linux ji bo Rojava pêwîst e. Û Linuxê Kurdî wisa ye ku
> zarok di dibistanan de dikarin li ser teknolojî bi zimanê xwe bên perwerde
> kirin. Di rewşa niha de ji bo ku zarok karibin ji teknolojiyê sûd bigrin
> neçarin ku ferî yan îngîlîzî, erebî ango tirkî bibin. Û heke beşekê civakê
> teknolojîyê xort bikarbine, wê ji bo beşên din yê şoreşa Rojava bibe alîkar.
>
> Niha ez hevalên ku dixwazin werin Rojava û sistema Linux belav bikin
> digerim. Em dikarin ji bo ku hikumet rastîya Copyright, Belgeya Keşfê
> (Patents / Bulgu Belgesi) û Xwedanmaliya Hizrîyê giştî (Intellectual
> Property / Düşünsel Mülkiyet) nas bike hewl bidin û zagonên pewist bidin
> derxistin û projêyên teknolojîyên me îdare bikin.
>
> --
> Ubuntu-kur mailing list
> Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: <https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20150520/c4ac4c20/attachment.html>
More information about the Ubuntu-kur
mailing list