Rojbaş,

di wergerandina Firefox rastî çend pirsgirêkan hatim. Di Îngilîzî de ew hene:

Add-Ons, Plugins, Extensions.

Niha ji bo her sê pêvek tê bikaranîn, carna jî ji bo "extension" "pêşdebir". Bi vî rengî gelek tevlihev dibe.

Di Firefoxê de, add-On ya giştî ye, yani him plugin him extension, hemû "add-on" in.
Di OpenOffice.org de tenê "extension" hene, me bi "pêvek" wergerand.

Ez dibêjim, "pêvek" ji bo extension baş e, lê ji bo "add-on" û "plugin" em çi bikin? Çawa em dikarin baştir bikin? Pêşniyarên we hene?

Silav,
Erdal

Mozilla Firefox a kurdî: http://ku.www.mozilla.com/ku/ . Niha daxe.