[l10n-kur] malpera nû ji bo ceribandinê amade ye.

Si_murg56 simurg56 at gmail.com
Mon May 25 21:00:41 BST 2009


Pirsgirêka tîpên "ş" hat çareserkirin.



2009/5/25 Si_murg56 <simurg56 at gmail.com>

> Ji bo xalên ku te qalkirine;
> -Jixwe min hinek foruman kir "Beşên Jêr". (Tu jî dikarî ji beşa rêvebiriyê
> kategoriyan sererast bikî.)
> -Ez ê hewl bidim ku ji li ser danegehê guhertinê bikim, heye ku bikarim
> tîpên "ş" ji wir çareser bikim. Di vê navberê de heye ku weşana forumê ji bo
> çend xulekan bisekine.
>
>
>
> 2009/5/25 Erdal Ronahi <erdal.ronahi at gmail.com>
>
> Silav,
>>
>> *1)* Di malpera berê de reklamên googlê hebûn lê min wan nekir malpera
>>>> nû. Bi ya min reklam xweş xuya nakin. Ger di aliyê aborî de pirsgirêk hebin
>>>> em di nav xwe de pere berhev bikin û vê yekê çareser bikin. Hevalên rêvebir
>>>> çi difikirin gelo?
>>>>
>>>
>> Erê, reklam nebe. Serhed hê tam negot ka çiqas pere pêwist e.
>>
>>>
>>>>
>>>> *2)* Ji bo beşa "Em Kî Ne" an jî "Dermafê Me De" nivîsek pêwist e. Gelo
>>>> nivîsek wisa yê amade heye? ger na em çi bikin?
>>>>
>>>
>> Bila nivîseke nû bibe, yek hebe ji 2006 ye.
>>
>>  *3)* Min beşa daxistinê tije kir, bernameyên li malpera berê lê hatin
>>>> zêdekirin. Min herwiha bernameyên ku min li malpera xwe
>>>> wergerandibûn jî lê bar kirin. Ji xeynî van bernameyan jî ger bernameyên
>>>> kurdî hebin ji kerema xwe re min agahdar bikin.
>>>>
>>>
>> Beşa daxistinê dibe, lê wegerên me di malperên projeyên de hebin, ne di
>> pckurd.net de.
>>
>>>
>>>>
>>>> *4)* Min beşa "wane" rakir, bi ya min, şûna wê em dikarin di bin beşa
>>>> daxistinê de "rêbername"yê bi kar bînin;
>>>>
>>>> http://pckurd.net/jooo/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=5:rbername&Itemid=13
>>>> Herwiha ji bo vê yekê forum û wiki jî dikarin bên bikaranîn.
>>>>
>>>
>> Baş e.
>>
>>>
>>>> *5)* Navrûya malperê bi kurdî ye lê mixabin navrûya rêvebiriyê nabe
>>>> kurdî.Sedem çi ye min fêhm nekir. Ez di malpera xwe de jî heman guherto û
>>>> heman wergerê bi kar tînim û baş dixebite, jixwe ez malperê li ser ubuntuyê
>>>> bi alîkariya XAMPP saz dikim û heman guhertoyan bi kar tînim, li wir jî
>>>> pirsgirêk tune, lê ser pckurdê werger kar nake. Zimanê bixweber weke kurdî
>>>> xuya dike lê ne wisa ye. Ji aliyeke din ve min ceriband lê nabe tirkî jî. Ez
>>>> bawer im ev nabe pirsgirek, an?
>>>>
>>>
>> Ji bo min ne pirsgirêk e. Beşa bikarhêneran girîngtir e.
>>
>> Çend xalên din:
>>
>> 1. Di forumê de tîpa "ş" bûbû tiştekî din, ev çareser bû?
>> 2. Gelek beşen forumê vala an kevn in. Em dikarin wan bigirin an bikin
>> beşa binî. Dema malpera foruman vekim dixwazim nivîsên nû bibînim, ne
>> forumên kevin.
>>
>> Xebera hevalan jî hebe, nivîsen vê lîsteyê hemû di înternetê tên weşandin.
>> Min got, dibe ku çend heval hê "mailinglist" çi ye, nizanin.
>> https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/
>>
>> Silav,
>> Erdal
>>
>>>
>>>>
>>>>
>>>>
>>>> On Fri, May 22, 2009 at 2:09 PM, Erdal Ronahi <erdal.ronahi at gmail.com>wrote:
>>>>
>>>>> Destê te sax be, gelek xweş e!!!
>>>>>
>>>>>
>>>>> On Thu, May 21, 2009 at 10:32 PM, Si_murg56 <simurg56 at gmail.com>wrote:
>>>>>
>>>>>> Silav hevalno,
>>>>>> min ji bo ceribandinê malperek amade kir. Hûn dikarin li vir bibînin;
>>>>>> http://pckurd.net/jooo/
>>>>>> Ji kerema xwe re lê binêrin û nêrîn û rexneyên xwe bigihînin min ku em
>>>>>> di demeke zûzûka dest bi weşana asayî bikin.
>>>>>>
>>>>>
>>>>>
>>>>
>>>
>>> --
>>> Ubuntu-l10n-kur mailing list
>>> Ubuntu-l10n-kur at lists.ubuntu.com
>>> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-l10n-kur
>>>
>>>
>>
>> --
>> Ubuntu-l10n-kur mailing list
>> Ubuntu-l10n-kur at lists.ubuntu.com
>> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-l10n-kur
>>
>>
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20090525/2ed7ace9/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list