[l10n-kur] malpera nû ji bo ceribandinê amade ye.

Si_murg56 simurg56 at gmail.com
Mon May 25 12:42:36 BST 2009


Silav,
Min di peyama xwe ya berê de qala 5 xalan kiribûn ku hûn dikarin li jêr
bibînin. Hevalên hêja ger hûn di van mijaran de bikarin zûzûka nêrînên xwe
bibêjin, ez ê jî di cî de malperê veguhezim ser navnîşana pckurd.net. Ji ber
ku ji xeynî van 5 meseleyan tu kêmasiyê malperê nema û ji bo weşanê amade
ye.


*PEYAMA MIN A BERÊ;*
>
> *1)* Di malpera berê de reklamên googlê hebûn lê min wan nekir malpera nû.
> Bi ya min reklam xweş xuya nakin. Ger di aliyê aborî de pirsgirêk hebin em
> di nav xwe de pere berhev bikin û vê yekê çareser bikin. Hevalên rêvebir çi
> difikirin gelo?
>
> *2)* Ji bo beşa "Em Kî Ne" an jî "Dermafê Me De" nivîsek pêwist e. Gelo
> nivîsek wisa yê amade heye? ger na em çi bikin?
>
> *3)* Min beşa daxistinê tije kir, bernameyên li malpera berê lê hatin
> zêdekirin. Min herwiha bernameyên ku min li malpera xwe
> wergerandibûn jî lê bar kirin. Ji xeynî van bernameyan jî ger bernameyên
> kurdî hebin ji kerema xwe re min agahdar bikin.
>
> *4)* Min beşa "wane" rakir, bi ya min, şûna wê em dikarin di bin beşa
> daxistinê de "rêbername"yê bi kar bînin;
>
> http://pckurd.net/jooo/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=5:rbername&Itemid=13
> Herwiha ji bo vê yekê forum û wiki jî dikarin bên bikaranîn.
>
> *5)* Navrûya malperê bi kurdî ye lê mixabin navrûya rêvebiriyê nabe
> kurdî.Sedem çi ye min fêhm nekir. Ez di malpera xwe de jî heman guherto û
> heman wergerê bi kar tînim û baş dixebite, jixwe ez malperê li ser ubuntuyê
> bi alîkariya XAMPP saz dikim û heman guhertoyan bi kar tînim, li wir jî
> pirsgirêk tune, lê ser pckurdê werger kar nake. Zimanê bixweber weke kurdî
> xuya dike lê ne wisa ye. Ji aliyeke din ve min ceriband lê nabe tirkî jî. Ez
> bawer im ev nabe pirsgirek, an?
>
>
>
>
> On Fri, May 22, 2009 at 2:09 PM, Erdal Ronahi <erdal.ronahi at gmail.com>wrote:
>
>> Destê te sax be, gelek xweş e!!!
>>
>>
>> On Thu, May 21, 2009 at 10:32 PM, Si_murg56 <simurg56 at gmail.com> wrote:
>>
>>> Silav hevalno,
>>> min ji bo ceribandinê malperek amade kir. Hûn dikarin li vir bibînin;
>>> http://pckurd.net/jooo/
>>> Ji kerema xwe re lê binêrin û nêrîn û rexneyên xwe bigihînin min ku em di
>>> demeke zûzûka dest bi weşana asayî bikin.
>>>
>>
>>
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20090525/7f77430b/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list