[l10n-kur] malpera nû ji bo ceribandinê amade ye.

Si_murg56 simurg56 at gmail.com
Fri May 22 21:02:35 BST 2009


Beriya her tiştî ji bo nêrînên we spas,
Hevalno di mijarên li jêr de, ez li benda nêrînên we me;

*1)* Di malpera berê de reklamên googlê hebûn lê min wan nekir malpera nû.
Bi ya min reklam xweş xuya nakin. Ger di aliyê aborî de pirsgirêk hebin em
di nav xwe de pere berhev bikin û vê yekê çareser bikin. Hevalên rêvebir çi
difikirin gelo?

*2)* Ji bo beşa "Em Kî Ne" an jî "Dermafê Me De" nivîsek pêwist e. Gelo
nivîsek wisa yê amade heye? ger na em çi bikin?

*3)* Min beşa daxistinê tije kir, bernameyên li malpera berê lê hatin
zêdekirin. Min herwiha bernameyên ku min li malpera xwe
wergerandibûn jî lê bar kirin. Ji xeynî van bernameyan jî ger bernameyên
kurdî hebin ji kerema xwe re min agahdar bikin.

*4)* Min beşa "wane" rakir, bi ya min, şûna wê em dikarin di bin beşa
daxistinê de "rêbername"yê bi kar bînin;
http://pckurd.net/jooo/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=5:rbername&Itemid=13
Herwiha ji bo vê yekê forum û wiki jî dikarin bên bikaranîn.

*5)* Navrûya malperê bi kurdî ye lê mixabin navrûya rêvebiriyê nabe
kurdî.Sedem çi ye min fêhm nekir. Ez di malpera xwe de jî heman guherto û
heman wergerê bi kar tînim û baş dixebite, jixwe ez malperê li ser ubuntuyê
bi alîkariya XAMPP saz dikim û heman guhertoyan bi kar tînim, li wir jî
pirsgirêk tune, lê ser pckurdê werger kar nake. Zimanê bixweber weke kurdî
xuya dike lê ne wisa ye. Ji aliyeke din ve min ceriband lê nabe tirkî jî. Ez
bawer im ev nabe pirsgirek, an?



On Fri, May 22, 2009 at 2:09 PM, Erdal Ronahi <erdal.ronahi at gmail.com>wrote:

> Destê te sax be, gelek xweş e!!!
>
>
> On Thu, May 21, 2009 at 10:32 PM, Si_murg56 <simurg56 at gmail.com> wrote:
>
>> Silav hevalno,
>> min ji bo ceribandinê malperek amade kir. Hûn dikarin li vir bibînin;
>> http://pckurd.net/jooo/
>> Ji kerema xwe re lê binêrin û nêrîn û rexneyên xwe bigihînin min ku em di
>> demeke zûzûka dest bi weşana asayî bikin.
>>
>
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20090522/d3340c8b/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list