[l10n-kur] Civîna li Amedê

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Sat Mar 28 07:26:23 GMT 2009


Silav,
Me civîna li Amedê li dar xist. Beşdarî ne pir bû lê em dikarin bêjin ku ji
bo me baş bû.
Me di civînê de 300 Cdyên ku tê de bernayên Çavkaniya Azad ku me (Koma
PCKurd) wergerandine kurdî hene, belav kirin.
Me beşek ji van CDyan li xwendekarên kursa kurdî ya Kurdî-Derê ku kurdî fêr
bûne û kurdiya xwe bi pêş ve dibin, belav kirin.
Di civînê de me biryara rêzesemîneran girt. Me plan kir ku bi awayekî bi
pergal li Amedê der barê çavkaniya Azad, Linux û hwd. de semîneran bidin. Ji
bo vê jî me girîng dît ku xwendekarên zanîngehê yên têkildarî mijarê beşdar
bibin. Loma em ê bi saziya xwendekarên zanîngehê û hin saziyên din ên sivîl
re (li Amedê) bikevin têkiliyê. Beriya semîneran em ê ji bo agahdariyê
broşur û belavokan amade bikin. Semînera pêşî di 25'ê nîsanê de li Amedê ye.
Ciyê semînerê Salona Şaredariya Mezin a Amedê ye. Em ê ji bo vê bi wan re
bikevin têkiliyê. Semîner dê ji hêla hevalên me Yunus û Burhan ve bê
pêşkêşkirin. (Yunus li ser linuxê xebatên xwe û debara xwe dike linux34.com,
Burhan li Amedê mamoste ye lê di hêla komputerê de pêşketî ye û zimanên
bernamenûsiyê dizane. Digel vê taybetmendiya xwe, hevalekî kurdîperwer e.)


*Hevalên ku bixwazin van CDyan li ciyê lê dijîn zêde bikin û belav bikin, ez
Cdyê wekî .iso û etîketa wê bi mailekê bişînim.

Digel silavên germ,
Amed Çeko Jiyan
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20090328/2b85ec10/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list