[l10n-kur] Civîna li Amedê - CD û Broşur

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Tue Mar 3 09:56:26 GMT 2009


Nîqaşên der barê civîna li Amedê de ku ev dmeeke dirêj e dest pê kiriye,
didomin: http://pckurd.net/modules.php?name=Forums&file=viewtopic&t=501#2087
hevalê Yusun niha li Almanyayê ye, ku dem û derfet hebe dê bi hevalê Erdal û
şîrketa canonical re ji bo CD'yên Ubuntuyê bikeve têkiliyê. Her wiha me
derfet dît ku em ji bo belavkirinê broşuran çap bikin. Heke em derfet
bibînin û CD'yên ku bernameyên azad ên wekî OpenOffice.org, Mozilla Firefox,
aMSN û hwd. tê de hebin jî çap bikin dê baş be.

Broşur dê bi bergê pêşî û bergê paşî re 6 rûpel bin, ango ji bo bikaranînê 4
rûpel hene. Heval dikarin ji bo naverok û hejmara broşuran pêşniyarên xwe
bikin.

Digel silavên germ,
Amed Çeko Jiyan
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20090303/4fcd92c1/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list