[l10n-kur] Hawar: KDE 4 te...

Erdal Ronahi erdal.ronahi at gmail.com
Tue Jan 1 16:43:53 GMT 2008


Hevalên hêja,

berê her tiştî sersala we pîroz be!

Çend hefteyên dawî min hinekî bi wergerandina KDE 4 mijûl bûm. KDE 4
dê di (K)ubuntu 8.04 a nîsana 2008'an de dê hebe. Hevalên ku KDE 4 hê
nedîtin bila li vir binêrin:
http://kde.org/announcements/announce-4.0-rc2.php

Bingeha teknîkî ji bo wergerandinê niha amade ye: Gihiştina SVN ya min
û Eren heye, statîstîkên KDE 4 her roj tên nûkirin û me dest bi
wergerandinê kir. Li gorî
http://l10n.kde.org/stats/gui/trunk-kde4/essential.php me karê xwe 50%
xelas kir.

Lê belê karekî gelek mezin di pêşa me de heye: Wergerandina modulên
KDEBASE. Heta 75% a KDEBASE ne amade be, KDE 4 bi rengekî fermî bi
kurdî nayê weşandin. Statîstîka kdebase li vir e:
http://l10n.kde.org/stats/gui/trunk-kde4/ku/kdebase/index.php . Min
hemû pel afirandin û yek an zêdetir hevok wergerand, niha ji bo
wergerandinê amade ne.

Mixabin, em zêde nikarin Launchpad bi kar bînin, ji ber ku hê te de
KDE 4 tune. Riya hesantirîn ji bo hevalên ku îngilîzî dizanin (Amed,
Rizo, Rauf?), wergerandina pelê PO li vir e:
http://l10n.kde.org/stats/gui/trunk-kde4/ku/kdebase/index.php Dema
daxistinê wekî kodkirin UTF-8 bi kar bînin.

Heke hevalek bixwaze Launchpad bi kar bîne (Elîxan?), ew jî dibe, em
dikarin çend pel tesbît bikin.

Lewma, banga me: Alîkarî bikin!!! Pelên PO daxin, wergerînin û bişînin
min. Bi hevre em dikarin KDE 4 rehat wergerînin. Tenê ~8000 hevok
man...

Bi silavên germ,
Erdal


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list