[l10n-kur] Rastnivîsa Computer bi kurdî...

Ridvan Bozkurt ridvanbozkurt at hotmail.com
Sat Sep 30 03:00:00 BST 2006


 
Silav ji bo na we,
 
Bawerim beriya derxistina Ubuntu gerek çend tistan girîng bibe zelal...
Ez jî wek bi vî fîkrê dixwazim sernivîsa xwe ji bo termê Komputerê binivîsînim:
 
Herwek em dixwazin ku bi zûtî ev termên komputerê bila biqedînin lê herxwastin ne pir jîn daye...
 
 
Interneta min niha hat ba min, berê komputera min girêdayê Internetê nîn bu, Ev çend rojin dixwazim rastnivîsa Komputer bi gotarek bidim ser tora kurdî. Ji ber bi rastî dibînim ku pir hevalên me ev nivîsar çawa rast dizanin wusa dikin. Varyasyonên Komputerê gelek pirin.
 
Bi piranî li ser her çar parçe de kurdên bi gistî peyva Komputerê bikartînin. Per min nivîsek din guhart serê Wikipedia, nivîs Kompûter bû û ji aliya hevalê min Luqman ser wikipediyayê wusa nivîsandî ye:
 
Ger tu dixwazî computer binivisî ser çavan! Na tu dê Komputer binivîsî ez li dijî vê yekê me. Li gor fonetîka Kurmancî dengê u dengekî kurt e û dengê û jî dengekî dirêj e. Em hemî jî baş dizanin ku gotina di Kompûter dengdêreke dırêj heye û ew jî û ye. Ez tevlî argûmana te nabim! Lê ger tu gotinê wergerînî Computer hingê ev jî dê bibe cihê nîqaşeke din. An na, em dikarin mîna di ferhenga Zana Farqînî de Kompîter binivîsin, ji ber ku dengên Û û î nêzî hev in, lê û u ne ewqasî.                             
Tu karibî ji kerema xwe re Fizîk û Fîzîk jî bınêrî. Ji ber ku devê tı mırovan nagere bêje Fîzîk. Ez diguherim.  
                                                                                                                                                         Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Bikarh%C3%AAner_n%C3%AEqa%C5%9F:Webmaster" hatiye standin.       
Gelo ez difikrim, eger em Kompîtur binivîsinin,,, çend Kurd jê dikarê rast binivîsîne em kurd berdidin çend biyanî fêm bike ? Wusa em sê tîp diguherin, pratik jî nîne...
Anjî bi u ya direj peyv nikarin bikin kurdî, ji xwe du car tîp winda dikin Kompûter . 
Peyva Ferhengê Enstîtuya kurdî ya Stenbolê de Xêvjimar tê nivîsandin. Xêv çiqas bi pêwendî dibe, û çiqas jimar ( her wek jî nîsanê zimanê tirkan dide ).
Ev peyvan komputerê di navê wêjeya kurdî de gelek tezê ne. Ma em nikarin bejin rastnivîs ê min yan jî ê te ye. Li gorî pir tistan rastnivîs diguhere, wek: Ghassemlou, Qasimlo, Kasimlo...
 
An ji peyvên îngilîzî wek Laser ? Ev çax gerek em jî wekî wan, bejin Leyzir.
Bi fikra min hesantirîn û nezikî nivîse esasî Komputer  e, em tîpek diguherînin û wek zimanên din dibe.  Silav u serkeftin
 
 
Ridvan
_________________________________________________________________
Search from any Web page with powerful protection. Get the FREE Windows Live Toolbar Today!
http://www.toolbar.live.com
-------------- section suivante --------------
Une pi?ce jointe HTML a ?t? nettoy?e...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20060930/72537af9/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list