[l10n-kur] OOo (OpenOffice.org)

Erdal Ronahi erdal.ronahi at gmail.com
Sun Oct 1 10:30:37 BST 2006


Hevalên hêja,

min dest bi kontrola OpenOffice kir. Rewş cidî ye. Gelek peyv di
pakêtên cuda de cuda hat wergerandin. Encama wê, gelek werger dê
dernekevin, yanî bi îngilîzî bimînin. Min niha ji bo gelek peyv yek ji
pêşniyarên hevalan hilbijart. Ezê ji we re bêjim, nerazîbûn hebe, ez
dikarim dîsa biguherînim.

Password - Nasnav (ne şîfre)
File - Pelgeh (ne dosya)
Document - Belge (ne dukuman)
Database - Danegeh (ne danegir)
Settings - Mîheng
Options - Vebijêrk (lê ev nabe, vebijêrk = preferences)
Default - Standard (ne heyî)
Font - Curenivîs (ne curetîp)
Copy - Kopî bike (ne ji ber bigire)
Paste - Pêveke

Ji bo "fields" (alan) di dosiyên we de çar werger hene! Min biryar
neda, kîjan rast e:

Field(s) - Gastîn | Qad | Hêmanên gastînê | Zevî

Ascending û Descending nehatin wergerandin an şaş tên wergerandin. Ev
rêza rêzkirinê ye:
Ascending = a, b, c, an jî 1, 2, 3
Descending = z, y, x w an jî 9, 8, 7, ... 2, 1

Wegera wan bila çî be?

Details - Kîtekît / Kitekit

Silav


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list