[l10n-kur] openoffice.org

luqman guldive guldive at gmail.com
Sun Dec 17 16:27:42 GMT 2006


Merheba ji were, ez dixwazim çend şaşiyên nivîsê û pêşniyarê xwe der barê
Openofficê.
Dema mirov Openofficê bar dike ser kompûtera xwe, bena 'Tomarkirina
Openoffice.org' vedibe û i jêra wê 4 xalên bijartinê hene û di van xalan de
hin çewtiyên nivîsê hene

Xala pêşî weha ye:
'niha dixwazim xwe bibim endam', lê bi Kurdî mirov dikare bêje 'niha
dixwazim xwe bikim endam' anjî 'niha dixwazim bibim endam'

di xala dawiyê de jî weha hatiye nivîsîn:
'ji xwe ey berê bûbûm endam' ez bawerim bêhemd ji berdêla 'ez' ,'ey' hatiye
nivîsîn.


Wekî din li ser bernameyê, gelo mirov nikare ji bo 'File' bi Kurmancî
tiştekî bêje? Dîsa ji berdêla 'Insert' mirov nikare 'pêvekirin' anjî
'lêzêdekirin' bêje?


Gava mirov pê li 'File' dike û di wir de diçe ser 'Şablon' mirov dibîne
dinivîse 'Birexe', ez bawer dikim, forma rastîn wê bibûye 'rêbixe' lê dirêj
jî ve forma 'birêxistin bike' xweştir e.

Dema mirov pê li 'Sererast bike' dike li 'şunva' dinivîse, ez dizanim mirov
'şûnva' bêje, lê bawerdikim 'şunve' wê nertir be û neşaş bim, berbelavtir jî
be.

Dîsa di bin 'Sererast bike' de li panoyê bizeliqîne' dinivîse, ev form
Kurmancî nîne, bi Kurmancî diviyabû weha be 'bi panoyê ve bizeliqîne', lê
dîsa bawer dikim forma 'bi paniyê ve bike' nermtir e.

Di heman cihî de 'guhartin' hatiye gotin, tevî ku gotin bi vî awayî jî heye,
bilêvkirina berbelav 'guhertin' e. Dema mirov pê li guhertin dike dinivîse
'tomariyê bi parêze' ez tênegihiştim çi dibêje. Gelo 'tomariyê biparêze' an
'tormariya paraztî'? Dîsa le heman cihî hatiye gotin 'rava bike', maneya vê
çiye, gelo 'rave bike' (explain)?

Di bin 'sererast bike' de dîsa 'belgeyê bide ber hev' (compete the document,
or charge di ducument with anotherone??????) heye, ez bawer dikim tişta tê
xwestin were gotin 'belgeyan li ber hev bigire' (compare ducuments).

Di bin 'bergeh' (ji bo 'view' bawer dikim hatiye bikaranîn) de 'Sazûman
nivîsandinê' wateya vê çi ye? Wekî din gelo mirov nikare ji berdêla 'pergala
webê' bêje 'pergala tevnê'

Dîsa di bin 'Bergeh' de 'sîkirina gastîna' heye, tişta pêşî dixwazim bêjim
divê gastîn pirhejmar be ango 'sîkirina gatînan', lê bi rastî we gastîn ji
bo 'field' bi kar aniye û gastîn 'meydan' e, gelo tiştekî baştir nîne, mirov
serê xwe li ser hinî biêşîne wê baş be. Weke mînak ez van gotinên ku weke
gastîn dûrî 'field'ê ne nas dikim 'ben, guher, qad, meydan, cîh, erd, eqar,
zevî,hol, holik'. Belkî weke mînak holik li 'field'ê were ji berku hem
tiştekî biçûk îfade diek û hem jî sînorên wê diyar in.

Hêvî dikim hûn pêşniyarên min li ber çavan bigrin û yên maqûl û guncav bi
kar bînin.

Li xwe miqate bin, bimînin her di xêr û xweşiyê de

Luqman
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-l10n-kur/attachments/20061217/76fb6a24/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-l10n-kur mailing list