[ubuntu-ku] Daxwaza civînê.

Si_murg56 simurg56 at gmail.com
Wed Nov 19 21:46:33 GMT 2008


Ev heftî ji bo min nabe, lê piştî vê heftiyê ez bawer im dikarim herdem
beşdar bibim. Saet 20:00 baş e (Saeta Stenbolê :) Civîn çawa pêk tên, çi tên
axaftin, nizanim. Lê ez jî wisa difikirim ku wê qenciya civînê hebe.



2008/11/19 Amed Çeko Jiyan <amedcj at gmail.com>

> Silav hevalno,
> Wekî em giş dizanin, Koma PCKurd li dû civîneke li ser înternetê hate
> avakirin û xebatên gelek hêja kirin. Wê demê hejmara me wekî niha ne pir bû.
> Niha ji çalakiyên di malpera me (www.pckurd.net) de jî xuya ye ku hejmara
> me hinek zêde bûye.
> Gava din hevalê Bawer li ser msnê pêşniyarek anî ziman; Wî got gelo em
> nikarin kovareke pdf li ser înternetê derxin?
> Li ser gotina hevalê Bawer, pêdiviya civînekê (ji bo nîqaşkirina gelek
> mijarên din) xwe nîşan da.
> Pêşî hevalên ku civînê pêwîst dibînin diakrin piştgiriyê bidin vê daxwaza
> civînê. Wekî din her kes dikare dema civînê li gorî derfetên xwe bêje. Em ê
> karibin demeke ku ji bo me gişan baş e diyar bikin.
>
> Ji bo min her êvar piştî saet 20:00 (saeta Amedê) dibe. Bi taybetî rojên
> yekşemê li gorî min in.
>
> --
> Ubuntu-kur mailing list
> Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
>
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20081119/6736fc2b/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-kur mailing list