[ubuntu-ku] Daxwaza civînê.

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Wed Nov 19 20:47:57 GMT 2008


Silav hevalno,
Wekî em giş dizanin, Koma PCKurd li dû civîneke li ser înternetê hate
avakirin û xebatên gelek hêja kirin. Wê demê hejmara me wekî niha ne pir bû.
Niha ji çalakiyên di malpera me (www.pckurd.net) de jî xuya ye ku hejmara me
hinek zêde bûye.
Gava din hevalê Bawer li ser msnê pêşniyarek anî ziman; Wî got gelo em
nikarin kovareke pdf li ser înternetê derxin?
Li ser gotina hevalê Bawer, pêdiviya civînekê (ji bo nîqaşkirina gelek
mijarên din) xwe nîşan da.
Pêşî hevalên ku civînê pêwîst dibînin diakrin piştgiriyê bidin vê daxwaza
civînê. Wekî din her kes dikare dema civînê li gorî derfetên xwe bêje. Em ê
karibin demeke ku ji bo me gişan baş e diyar bikin.

Ji bo min her êvar piştî saet 20:00 (saeta Amedê) dibe. Bi taybetî rojên
yekşemê li gorî min in.
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20081119/0d6cc13a/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-kur mailing list