[ubuntu-ku] Di Ubuntuyê de peyamnêra bi desteka deng û vîdeo

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Fri Nov 30 19:52:02 GMT 2007


Bikarhênerên Ubuntuyê timî gazin dikirin ku di Ubuntuyê de peyamnêreke wekî
MSN Messengerê ku di heman demê de desteka deng û vîdeoyê dihewîne tune. Ji
bo nîşandana kamerayê Kopete (Peyamnêra KDE'yê, di Ubuntuyê de jî dixebite)
hebû lê Kopete desteka deng nedida. Ji bo deng guhertoya Skype'ê a ji bo
Linuxê hebû lê wê jî di Linuxê de desteka vîdeoyê nedida.
Niha Skype bi guhertoya xwe ya nû ku hê beta ye, desteka vîdeoyê jî dide.


Pela sazkar a ji bo Debianê ji
http://www.skype.com/go/getskype-linux-beta-deb daxe û ji bo sazkirinê li
ser pela daxistî du caran bitikîne. [image: Smile]



*Heke sazkirinê bi ser nekeve hin pelên pêwîst nesazkirî ne. Bi Synaptic an
jî Adeptê pelên li jêr saz bike û sazkirina Skype'ê dîsa bike.

Qt 4.2.1+
D-Bus 1.0.0
libasound2 1.0.12
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20071130/cb38eb38/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-kur mailing list