[ubuntu-ku] Slav linux ez nıkarım saz bıkım

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Sun May 20 22:54:58 BST 2007


silav heval.
nizanim te kengê cdya Linuksê daxistiye, lê heke cdya te cdyeke zindî be,
dikarî li gorî wêneyên me di malperê de dabûn, bi hêsanî saz bikî. heke ne
cdya zindî be jî xem nake. cudahiya di navbera cdya zindî û ya tenê ji bo
sazkirinê de ev e ku bi cdya zindî tu dikarî bi mişkî pergalê saz bikî û
dema ku tu pergalê saz dikî, dikarî bernameyên din -ên wekî bernameyên
guhdarîkirina muzîkê, nivîsê, gerokê, an jî bernameyên messengerê bi kar
bînî.
cdya ku tenê ji bo sazkirinê ye, dişibe cdya Windowsê.
lê xem nake ku te kîjan cd daxistiye. heke mantiqê wê fêm bikî, dikarî bi
hêsanî bi her du cdyan jî pergalê saz bikî.
ji ber ku ez zanîna te ya der barê komputergeriyê de nizanim, ez ê sazkirina
Ubuntuyê bi awayekî hêsan vebêjim.

-ji bo ku di komputera xwe de pergalekê saz bikî, di vê di hard diskê de, ji
bo sazkirinê ciyeke xam veqetînî. (wekî ku ji bo sazkirina Windowsê te "C"
veqetandiye)
-hemû pergalên xebatê bi pergalên xwe yên pelan dixebitin (ji bo Windowsê
NTFS, FAT32) ev di Linuxê de ext2 û ext3 ne.
-ji bo ku pergalê saz bikî, divê cdya te ya saz kar hebe.
-divê di BIOS'ê de first boot device wekî CDROM hatibe nîşankirin.

heke di tiştên min li jorê got de pirsgirêk tune be, cdya sazkar a Ubuntuyê
têxe cdromê (ev cdya sazkar carinan tenê ji bo sazkirinê ne carinan jî hem
ji bo sazkirin hem jî ji bo xebitandina zindî ne)
piştî ku komputer bi cdyê vebû, agahiyên der barê xwe de yek bi yek têkevê.
(zimanê pergalê, cureyê klavyeyê, navê te, navê komputerê nasnav -şîfre-
saeta herêma tu lê dijiyî) tiştê ku ji bikarhêneran re zor tê, afirandina
beşeke bi pergala pelan e. ev kar dişibeawayê ku di windowsê de "c"yê wekî
ntfs format dikî û pergalê (Windowsê) tê de saz dikî.
Lê cudahiyeke me ji awayê Windowsê heye:
e'ya te wekî beşeke xam heye (9 gb -ez li vir dixwazim bibêjim çima tenê 9
gb ji bo Linuksê? xwezî te jê re zêdetir veqetandibûya.)
dema ku partition -dabaşkirin- dest pê dike, jite dipirse ka tu dixwazî di
kîjan riyê de herî. pêşniyara min ew e ku tu hilbijêrka herî jêr hilbijêrî û
li gorî ku min li jêr nivîsandiye, hard diska xwe amade bikî.
HIŞYARÎ:
HILBIJÊRKA HERÎ JOR HILNEBIJÊRE!!!
HEKE HILBIJÊRKA HERÎ JOR HILBIJÊRÎ, DÊ TEMAMÊ HARD DISKA TE BÊ FORMATKIRIN Û
HEMÛ TIŞTÊN TE YÊN DI C,D Û BEŞÊN DIN DE DÊ WINDA BIBIN!!!
ji wê beşa xam, pêşî beşeke 2 gb wekî swap çêke. piştî wê 7 gb dimîne. wê 7
gbê jî wekî ext2 an jî ext3 -li gorî kêfa xwe yî- çêke. pêşde bitikîne û
heya ku sazkirin temam bibe û cdya te ji cdromê derkeve, li bendê bimîne.
-heke ji te der barê afirandina menuya grubê de pirs hat pirsîn, erê bike da
ku dema ku komputera te vebû, dikaribî Windows an jî Linuksê hilbijêrî.

digel silên germ, Amed Çeko Jiyan


On 5/20/07, waw doman <domanine at gmail.com> wrote:
>
> Slav jı were ev çend roje ez dıxwazım linux saz bıkım dı kombersa xwede lê
> ez dıkım nakım ez bı serve banım
> ez dıxwazım 2 sistem dı kombersa mınde hebê jıbo wılo mın kombersa xwede
> hardisk kıre 3 qet berê ji 2 qet bu
> tevde bu 3 qet ( c,d,e )  mın windows dı c'yê de dani u mın bı ntfs çêkır
> ''d u e'' ji bı fat 32 çêkır
> ''e'' ya mın 9 gb bu mın xwest linuks lı wır deynım lê mın nıkaribu çêkım
> nızamın ev linux çawa tê sazkırın mın tıştê foruma xwend mın dı
> www.ubuntu-ku.org de çawa wınê ubuntu sazkın bı wêneya; mın xwend ji mın
> tıştek fam nekır
> wın karın jı kerema xwere ari mın bıkın ka ezê dı kombersa xwede çawa dı
> sistema deynım bıla windows u linux hebê ez lı bendi bersıv a we me
>
> --
> Ubuntu-kur mailing list
> Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
>
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20070521/19839ac4/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-kur mailing list