[ubuntu-ku] silav

Amed Çeko Jiyan amedcj at gmail.com
Tue Apr 3 19:07:03 BST 2007


Hevalên Hêja

Silav û rêz



Piştî belavkirina Linuxa kurdî ubuntu 6.10 ev tişt ji me re pêwîst in, ango
tên xwestin.



Ji wan :



1-      Fêrbûna Ubuntu bo dannaskirina wê, bo nimûne pelek "pdf", "power
point" yan jî "slide show" ... emê ji bo wan tiştên ku tên xwestin, çend
rûniştinan çêkin.
Danasîna Ubuntuyê her çiqas qels be jî hat kirin. Hin malperan banner xistin
malperên xwe da ku malpera pckurd.netê û ubuntu.orgê bê danasîn. Lê danasîn
qels ma. rast e.

2-      Ji bo nivîsandina bi kurdî (klave), em pirsgirêkekê dibînin. Gava em
dixwazin bi kurdî binivîsînin, tîpên Tirkî derdikevin. Li gor pirtûkê, we
klaveya Tirkî hilbijartiye, gelo em çawa karin viya biguherin ?

 Klavyeya kurdî di sazkirinê de tune. dema ku tu Ubuntuyê saz bikî, divê
klavyeya tirkî, îngilîzî an jî zimanekî din hilbijêrî. Lê piştî sazkirinê
"Pergal > Vebijêrk > Klavye" bişopîne. Li wir di bin navê her çar dewletên
ku parçeyeke Kurdistanê tê de ye, klavyeyên kurdî wekî F, Q, Alt-Q hene.

3-       Me çend bernameyên lînuxê ji Internetê daxistine, gelo emê çawa li
ser Ubuntu saz bikin ? hûn karin navên malperên ku bernameyên Linuxê di nav
xwe de dihewînin, ji me re bişînin, yan jî hin bernameyên pêwîst ji me re
bişînin wek : "Open office", nero linux, real player, adobe reader, ... . ji
ber emê wan jî serbixwe belav bikin, wek hûn jî dizanin li vir Internet
hinekî kêm e û eger hebe jî gelekî lawaz e.

 Bernameyên wekî OpenOffice, Firefox, çêkera CD/DVD'yan û gelek bernameyên
din piştî sazkirina Ubuntuyê xweber saz dibin. Lê dibe pêdiviya bikarhêneran
bi gelek bernameyên nesazbûyî hebe. Ji bo sazkirina bernameyan, dikarî "Zêde
Bike/ Rake" bikarbînî. Mînak, di "Zêde Bike/ Rake" de "PDF" binivîse. Dê
hemû bernameyên têkildarî peyva "PDF"ê derkevin pêşberî te. Dikarî hemû
bernameyan bi vî riyê saz bikî.

4-      Bernameyên di nav destê me de peyda dibin, danakevin ser linuxê,
dibe ku em bixwe nizanibin saz bikin, eger hûn awayê daxistina bernameyan ji
me re bişînin wê baş be.

 Windows û Linux ci hev gelek cihê ne. Nikarî bernameyên Windowsê li ser
Linuxê saz bikî. Lê ji ber ku hem Windows hem jî Linux pergalên Xebatê yên
komputera ne, bernameyên wan wekî hev in. Mînak MS Ofice-OpenOffice,
Internet Explorer-Mozilla Firefox, MSN-GAIM.

5-      Ji bo rojanekirinê,bi taybetî ji bo wan kesên Internet li ba wan
peyda nabe, gelo em dikarin wan rojanekirinan bixin pelekê "file" de û wê jî
belav bikin ?

Heke înternet tune be rojanekirin nabin, jixwe heke înternet tune be
rojanekirin ne pêwîst in.

6-      Bernameyek heye bi navê "Wine", em nizanin wê saz bikin, gelo hûn
karin gavên sazkirinê ji me re bişînin.

 Bernameya "Wine" ji bo ku bikarhênerên Linuxê dikaribin bernameyên Windowsê
di bin Linuxê de bi kar bînin, hatiye çêkirin. Vê bernameyê dikarî ji "Zêde
Bike/ Rake" an jî "Synaptic"ê saz bikî.

7-      Pêdiviya me bi navên kesên ku di kurdîkirina vê projeya giranbuha de
cî girtine heye, da em ji gel re bidin xuya kirin.



 Ji ber xwenuhkirina malpera wergerandinê, rûpela Lîsteya Wergêran niha
venabe. Lê dikarî di van rûpelan de navan bibînî:
https://translations.launchpad.net/ubuntu/feisty/+lang/ku



Têbînî :



we li ser Ubuntu 7.04 axivîbû, ew guharto wê kengî amade bibe.

Ubuntu 7.04 divê di Avrêlê de derkeve.





Li gel silav û spasiya hevalan.

Gelek spas ji bo eleqederbûna te.



*Biborin, min bersiva heval dabû lê min tenê ji e-peyama wî re şandibû.
diviya min ji Lîsteyê - ubuntu-kur at lists.ubuntu.com - re şandibûya.



On 4/3/07, Erdal Ronahi <erdal.ronahi at gmail.com> wrote:
>
> Merheba,
>
> 1.  Fêrbûna Ubuntu bo dannaskirina wê, bo nimûne pelek "pdf", "power
> point" yan jî "slide show" ... emê ji bo wan tiştên ku tên xwestin,
> çend rûniştinan çêkin.
>
> Min fehm nekir.
>
>    2. Ji bo nivîsandina bi kurdî (klave), em pirsgirêkekê dibînin.
> Gava em dixwazin bi kurdî binivîsînin, tîpên Tirkî derdikevin. Li gor
> pirtûkê, we klaveya Tirkî hilbijartiye, gelo em çawa karin viya
> biguherin ?
>
> Di pêseka "Pergal" de li "klavye" bigere. Li wir tu dikarî kurdî lê zêde
> bikî.
>
>    3. Me çend bernameyên lînuxê ji Internetê daxistine, gelo emê çawa
> li ser Ubuntu saz bikin ? hûn karin navên malperên ku bernameyên
> Linuxê di nav xwe de dihewînin, ji me re bişînin, yan jî hin
> bernameyên pêwîst ji me re bişînin wek : "Open office", nero linux,
> real player, adobe reader, ... . ji ber emê wan jî serbixwe belav
> bikin, wek hûn jî dizanin li vir Internet hinekî kêm e û eger hebe jî
> gelekî lawaz e.
>
> OpenOffice.org jixwe heye. Di pêseka "Sepan" de, besa "Nivîsgeh".
> Adobe Reader wekî gelek bernameyên din bi "Sepan > Zêke bike/Rake" tê
> sazkirin. Nero ne pêwist e, bernameya "k3b" saz bike, ew gelek bas e.
> RealPlayer hineki zehmet e...
>
> 4. Bernameyên di nav destê me de peyda dibin, danakevin ser linuxê,
> dibe ku em bixwe nizanibin saz bikin, eger hûn awayê daxistina
> bernameyan ji me re bişînin wê baş be.
>
> Bernameyên Windowsê tenê bi Wine dixebitin. Lê zêdetir suna wan
> bernameyên din, bernameyên Linuxê tên bikaranîn.
>
> 5. Ji bo rojanekirinê,bi taybetî ji bo wan kesên Internet li ba wan
> peyda nabe, gelo em dikarin wan rojanekirinan bixin pelekê "file" de û
> wê jî belav bikin ?
>
> Ew dibe, lê hinekî zehmet e. Linux pergaleke înternetê ye. Hun
> dixwazin kijan bername belav bikin? Em dikarin CDyeke ji bo wê armancê
> amade bikin.
>
> 6. Bernameyek heye bi navê "Wine", em nizanin wê saz bikin, gelo hûn
> karin gavên sazkirinê ji me re bişînin.
>
> Bi "Sepan > Zêde bike/Rake" saz bike. bi Wine tu dikarî bernameyên
> Windowsê di Linuxê de saz bikî.
>
> Silav,
> Erdal
>
>    7. Pêdiviya me bi navên kesên ku di kurdîkirina vê projeya
> giranbuha de cî girtine heye, da em ji gel re bidin xuya kirin.
> --
> Ubuntu-kur mailing list
> Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
> https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
>
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20070403/a3d53351/attachment.htm 


More information about the Ubuntu-kur mailing list